Luqman Ezîzî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hate azadkirin

18:49 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Îro Sêşemî 5`ê Gelawêjê, girtiyê berê yê siyasî û xelkê bajarê Şinoyê “Luqman Ezîzî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayê demkî heya bi dawîhatina qonaxên dadgeha wî ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatiye azadkirin.

Roja Duşemî 31`ê Cozerdanê, hêzên ewlehî yên girêdayê îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, veguhastibûn.

Ew girtiyê berê yê siyasî piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

“Luqman Ezîzî” li 13`ê Pûşpera sala 1395`an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û li 18`ê meha Xermanana heman salê, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye li 10`ê Rezbera sala 1395`an bi danîna barimteyê hatibû azadkirin û li 13`ê Reşemeya heman salê di taya 101 a dadgeha keyferiya 2 ya bajarê Şinoyê de bi serokatiya dadwer “Rizayî” bi tohmeta “endambûn li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, kombûn û hevldan li dijî tenahiya netewî û piropagende li dijî nizamê” bi 16 sal girtîgeh hate cezadan ku, li 7`ê Pûşpera sala 1396`an di taya 10 a dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê de bi bêtawanzanîna wî li tohmeta “kombûn û hevldan li dijî tenahiya netewî”, dadnameya destpêkî bo Luqman Ezîzî pejirandibû.