Luqman Ehmedpûr di girtîgeha bajarê Sineyê de hate îdamkirin

13:15 - 22 Nîsan 2020

Roja Çarşemî, 3`ê Banemer, cezaya îdamkirina “Luqman Ehmedpûr”, xelkê bajarê Banê, hepsiyê tawanbar bi “kuştina bi zanebûn”, di girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê de hate cîbicîkirin.

Ew hepsî, heyama 3 sal berî niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” di bajarê Banê de hatibû binçavkirin û piştre, bi cezayê îdamê hatibû mehkûmkirin.

“Luqman Ehmedpûr”, 30 salî, xwedî jin û 2 zarokan bû.

Li ser wê mijarê, roja Sêşemî, 2`ê Banemer, hepsiyek din ê bi navê “Şayan Se`îdpûr”, di girtîgeha bajarê Seqizê de, hate Îdamkirin.

Li 28`ê Gelawêja sala 1394`an, “Şayan Se`îdpûr” di heyamekê de ku temenê wî hêj ji 18 salan kêmtir bû, li şer û pevçûn digel kesekî bi navê “Silêman Azadî”, ew kuştibû.

“Şayan Se`îdpûr” di meha Xezelwera sala 1398`an de, ji aliyê taya 1`a dadgeha cezadana Sineyê ve, bi dadweriya dadwer “Wefa`îyan”, bi îdamê hatibû cezadan û di dadgeha bilinda a Îranê de hatibû piştrastkirin.