Lipeyketina hêzên leşkerî canê kasibkarekî xelkê Seqizê stand

12:50 - 15 Çirriya pêşîn 2020

Di encama lipeyketina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de kasibkarekî xelkê bajarê Seqizê yê bi navê “Hîva Wekîlî” kurê “Kerîm” canê xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyeke agehdar, şeva 22ê Rezberê, demjmêr 10 û 30 xulekê, li rêya Seqiz û Dîwanderê di sêrêya “Reşî Ava û Weziman”, ew kasbkarê Kurd di dema lipeyketina hêzên ewlehî ve maşîna wî hate wegerandin û canê xwe ji dest da.

Herwisa wê çawkaniyê got: “Cuda ji canjidestdana wî kasibkarê Kurd, hêzên leşkerî kasbkarek din jî binçav kirine.

Hêzên leşkerî bi hêceta hebûna barên qaçax li pey wan kasibkarên Kurd ketine.