ligel 8’ê Adarê 100 çalakvanên siyasî ên jin li zindanên Îranê

12:18 - 9 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa bi munasibeta 8’ê Adar (March)- Roja cîhanmî a jinan, raportek li ser hejmara jinên siyasî ên ku li girtîgehên Îranê dimînin belav dike.

Tevahiya wan serjimêriya gorî raportêên gihîştî ber dest ajansa Kurdpa û navenda Amara vê ajansê hatine amade kirin û ji çavkaniyên rast û pêbawer hatine wergêrtin.

Bi piştgiriya Navenda Serjimêriya Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, 96 zindaniyên siyasî li zindanên Îranê hatine heps kirin ku 50 kes ji wan serhev bi 302 sal cezayê girtinê hatine mehkûm kirin.

Di nav wan 96 kesan de du kurd cezaya heta hetayî lê hatiye birîn û yek ji wan jî bi darvekirinê hatiye tomet bar kirin. Iqûbet (Paşeroj) û çarenûsa 44 kes ji wan jî hîna nehatiye zelal kirin.

Di vê raportê de xişte û nav û nîşanê zindaniyên jin bi lîsteyên cihê ji hew derbareyê jinên siyasê ên Kurd, Behayî, faris, fileh, ereb, azerî û jinên derveyî welatê Îranê hatiye tenzîm kirin.

Herwiha jinên Behayî, ermenî, peyrewên şêx û sufiyan, şêniyên bajarên Kurdistanê jî di lîsteya jinên zindaniyên Kurdstanê bi cih girtine.

Rewşa zindaniyên siyasî ên jinên Kurd

Jinên Kurd bi ser hev bi 68 sal û 6 meh ceza hatine mehkûm kirin û her wiha du zindaniyên jin ên Kurd bi navên Emek Şîxo û Zeyneb Celaliyan bi cezayê heta hetayî hatine tomet bar kirin.
Du ji felehên bajarê Mehabdê jî bi 4 sal û heps û 4 hemwelatiyên Behayî ên Urmiyê jî bi 7sal û 6 meh cezayê girtinê hatine mehkûm kirn.

Her wiha rewşa 9 zindaniyên jin ên Kurd hîna nehatiye eşkere kirin û hukmek bi wan nehatiye dayîn.

\"25278.jpg\"

\"25277.jpg\"

\"25276.jpg\"


Rewşa Zindaniyên jinên Behayî

Jinên Behayî ser hev bi 88 sal û 6 meh ceza hatine mehkûm kirn ku çarnûsa 8 kes ji wan nediyar e û hukmek bi wan re nehatiye dayîn.

Piraniya jinên Behayî li zindanên Tehran, Meşhed Yezd û Sêmnana Îranê de dimîn in.

\"25275.jpg\"

\"25274.jpg\"

\"25273.jpg\"


Rewşa jinên Faris ên zindanî

Zindaniyên jin ên Faris ser hev bi 92 sal cezayê girtinê hatine mehkûm kirin ku yek ji wan jî bi darvekirnê mehkûm bûye.Her wiha 16 zindaniyên neteweya faris hîna çarenivîsa wan nehatiye zelal kirin.

\"25271.jpg\"

\"25270.jpg\"

\"25269.jpg\"


Rewşa jinên Felehî

11 jinên feleh li zindanên Îranê dimînin ku 1 ji wan 4 sal ceza lê hatiye birîn û çarenivîsa 10 kes ji wan jî jhîna nezelal e.

Tevahiya zindaniyên feleh akinciyên Tehran, Îsfehan û Şîrazê ne.

\"25268.jpg\"


Rewşa jinên zindanî ên xwedî du tabiyet

4 jinên xwedî nasnameya du welatan li zindanên Evîn, Qerçek û Weramîne de dimînin ku ser hev 21 sal ceza li wan hatiye birîn.

\"25267.jpg\"


Rewşa jinên zindanî ên derekî

Girtiyên jin ên derveyî Îranê li zindanên Yasûc, Qerçek û Weramînê de dimînin ku du ji wan ser hev 12 sal ceza li wan hatiye birîn, yek ji wan jî bi navê Qedriye qadirî li Kurdên bakûrê Kurdistanê ye ku bi 7 sal ceza hatiye mehkûm kirin.
\"25266.jpg\"


Bi piştgiriya wê raportê zindana Evîn bi 24 zindaniyên jin ên siyasî, zindana Urmiyê û Meşhed bi 7 zindaniyên jin ên siyasî û Qerçek û Weramîn jî bi 5 girtiyên jin, zortirîn zindaniyên jin ên siyasî bi xwe digrin.

Ew serjimêrî taybet bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa ye û bela kirina vê bi îşare kirin bi çavkaniya nûçeyan ne pirsgirêk e.

Amadekar: Şaho