Li yasaya Îranê sînorê teqîna mayînan bo mezin û zarokan nekifşe

14:39 - 29 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Tevî derbasbûna 25 sal li ser şerê Îran û Îraq re, heya niha jî, sînorên şer ji mayînan nehatine paqij kirin û her tim hejmara qurbaniyên wan bûyeran, nemaze zarok , ber bi zêdebûnê ve diçin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tenê li Pîranşehra Rojhelatê kurdistanê 65 haletên teqîna Mayînan hatine holê lê tu alîkarî ji aliyê yasaya hikûmeta Îranê (komîsiyona xala 2 an) ve pêk nehatiye û herwisa tu xizmetguzariyek ji aliyê karbidestên hikûmeta Îranê, derheq vê pirsê de nehtiye kirin.

Osman Mozeyen ji riya tora civakiya xwe(Fecbook)ê ve nivîsiye: Di civîna çend roj pêş a ligel parêzgarê Urmiyê de, me qala pêkanîna komîsiyona xala 2 yan a yasaya Îranê ku taybet bi qurbaniyên mayînan e kir û xwesteka me çalak bûnê vê komîsiyonê bû.

\"23348.jpg\"
Osman Mozeyen: Li yasaya Îranê tu ciyawaziyek bo qurbaniyên teqîna mayînan navbera zarok û mezinan de berçav nehatiye girtin
Di destpêka şerê Îran û Îraqê de, yasayek bi navê komîsyona xala 2, bi armanca piştîvanî kirin ji kesên ku bi sedema mayînan tên kuştin yan kêm endam dibin hat pesend kirin ku li gor vê yasayê ; di parêzgeha mayîn tê de hatî teqîn divê komîsiyon pêk bê û kesên ku tên kuştin, wek “şehîd”bihesibînin û di egera kêmendam bûnê de jî, rêjeya kêm endam bûnê bê diyarî kirin û kesê han bikevin bin siya Navenda piştîvanî kirna kêmendaman (bêhzîstî) yan Komîteya Alîkarî kirinê (komîteya Îmdad) de.

Di parlementoya pêştir a welatê Îran de, biryar hat dayîn ku komîsyona han ji waliyên bajaran pêk bê û eger kesekî bûyî qurbanî pêşîneya tawanî (pêşîneya kêferî) tu nebe û bê selimandin ku xemsarî nekiriye, xizmetguzriyê pêkbên û ewê bikeve jêr sîwana Navenda kêmendaman yan Komîteya Alîkarî (Îmdad) de.

Bi gotina parêzerê qurbaniyên mayînên gundê Neşkaş, komîsiyon derheq wan qurbaniyan de pêk nehat. Eva di demekê de ye ku parêzgeha Kurdistan (Sine) zortirîn qurbaniyên mayînan bi xwe digre û bûyera Neşkaş 8 sal berya niha li wir qewtmiye lê karbidestên hikûmeta Îranê ne tenê komîsyon xala 2 a yasayî pêk neanîne belkû tu alîkarya qurbanyan ne kirina û mafê wan nedane.

Li gorî zanyariyên ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tenê li bajarê Pîranşehrê 65 doseyên qurbaniyên mayînan hene ku bo yeke ji wan jî komîsiyon nehatiye lidar xistin û tevahiya wan duseyan bi bêy ku komîsyona xala 2 derbareya wan de bê encam dan, hatine girêdan.

Bi gotina Osman Mozeyen, li yasaya welatê Îranê de tu ferq û ciyawaziyek nav bera zarok û mezinan de li çav teqîna mayînan de nîne; her wek qurbanyên Neşkaş ku tu ferq û cawaziyek ligel mezinan, di warê teqîna mîman de nebûn.

Mozeyen amaje bi vê hinê jî kir ku wan zarokên gundê Neşkaş ku yarî dikirn û tu haya wan bi mayînan nebû nişkave tûşî vê bûyera diltezîn natin û tevî ku 8 sal li ser re derbas dibin tu hengavek ji aliyê hikûmeta Îranê ve nehatine hilgirtin.

Roja Pênc şemî 27‘ Çiriya Paşîm a 2014’an, Osman Mozeyen û Hûsên Ehmedî Niyaz, du parêzerên Kurd ku dest bi pêvajoya doseyên kolber û qurbaniyên mayînan li Rojhelatê Kurdistanê kirine, li gel parêzgarê Azerbaycana Rojava (Urmiyê) civînek pêkanîn.