Li Urmiyê de kafînêt li jêr çavdêriyê de ne

16:18 - 22 Nîsan 2012
Kurdpa: Li bajarê Urmiyê de kafînêt li jêr çavdêriya tund ya hêzên ewlehiya rejîma ranê de ne.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya ya Kurdpa li Urmiyê: li rojên borî de Îdareya Emakin a giştî ser bi hêzên ewlehiya rejîmê li nameyekê de ji bo tewaya Kafînêtan ragehandine ku divêt tewaya zanyariyên rojane ên kafî nêtê wek navê bikarîneran û wêne û ew mijarên ku bikarînerên Înternetê li kompiyoteran de mifah jê wergirtine, wergirin û kopiyek wê ji Îdareya Emakinê re bişînin.

Pêştir jî biryarek weha ji aliyê Îdareya Emakina bajarê Sinê ve bi hemû kafînêtên vî bajarî hatibû ragehand in ku divêt li kafînêtan kamêra bêne danîn û bi hûrî çavdêriya kafînêtan were kirin û nasnameya bikarîneran jî were eşkere kirin.