Li Urmiyê de firotina cemedaniyên Kurdî hate qedexekirin

14:38 - 16 Şibat 2012
Kurdpa: Îdareya Emakin û te’zîratê ya bajarê Urmiyê di biyarekê de bi hemû dukandaran rageyandiye ku nabe niha pêde cemedaniyên Kurdî bifroşin.

Nûçegihaniya Ajansa Kurpa li dirêjiyê de qala vê çendê kiriye ku ew biryar di demekê de ye ku gellek ji xelkê bêkar ji riya destfiroşan ve mijûlî firoştina cemedaniyan û kumên Kurdî ne ku ew biryar bû sedma nerazîbûna wan.

Herweha îdareya emakinê ya ser bi hêza Întizamî bi bergiruyên şeqamên “Xomênî û Merkezê” ragehandine ku wan mafê diruna kincên Kurdî tuneye,ku ew biryar bûye sedema nerizayetiya bazariyan.

Her di vê derheqê de berpirsyarên Heraset û Ewlehiya zankoya Peyama Nûr a Urmiyê jî bi xwendekarên Kurd ragehandiye ku mafê wan tuneye ku bi kincên Kurdî ve bêne nav zankoyê.