LI TEHRANÊ 150 KES HATINE BINÇAVKIRIN

15:38 - 4 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê li Tehranê 150 kes dest biser kirin.

Pêka rapora Ajansa Nûçeyiya Kurdpayê, Li Duh ve heya niha welatiyên Tehranê li hemberî hilkişyana nirxa Dolarê xwenîşandanek nerazîtiyê a girseyî li hev anîne ku di encama pevçonên li navberî Hêzên Hukûmî û xelk de 150 kes hatine binçavkirin.

Meydana Inqilab, Mîrdamad û Heft Hewz, şûnên serekeye nerzîyan bûne û bazariyan jî bazara navendiya Tehranê daxistine.

Duruşma xwenîşanderan “Bazariyên Bi Rûemet, Piştgirî, Piştgirî” bûye.

Ew di demekî de ye ku Sekreterê Giştiyê Sinfa Tehranê gotiye: Ew kar bi mebesta çevrekirina Ewlehiya bazarê bûye.