Li sînorê Newsûdê bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê kolberekî Kurd hat birîndarkirin

18:48 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 27`ê Hezîranê, kolberê Kurd yê bi navê “Efşîn Yûsfî” kurê Yûsif û xelkê bajarê Ciwanroyê, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê Newsûdê hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê agehdar kirina berê û di mewdayek kin de teqe ji wî kolberê Kurd kiribûn.

Ew kolberê Kurd di vê bûyerê de, pişta wî bi dijwarî birîndar bûye û heta niha pîzişkan bona derxistina goleyên li laşê wî ketinî nekarne derbixînin.

Efşîn Yûsfî xîzandar e û ev heyama salekê ye ku jiyana hevpar pêk