Li sînorê Newsûdê, bi sedema teqeya hêzên Întizamî, kolberek birîndarbû û yek jî hat kuştin

12:32 - 27 Îlon 2022

Sibêdeha roja Yekşemî 3ê Rezberê, 2 kolberên Kurd ên bi navên “Ehmed Yûsifî û Muxtar Mîrweysî” ên xelkê “Selasa Bawecanî”, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî li sînorê “Newsûd”ê birîndar bûn û piştî çend demjimêran, “Muxtar Mîrweysî” bi sedema kûrahiya birînan, canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî, bi bê agehdarkirina berê teqe li wan du kolberan kiribûn.

“Muxtar Mirweysî” xêzandar e û bavê 2 zarokan e.

Di vê derheqê de roja Çarşemî 30ê Xermananê, kolberekî din yê bi navê “Kerîm Asimanî” temen 47 salî û kurê “Şerîf” xelkê gundê “Necnêya Serî” ser bi bajarê Banê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî de li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Baneyê, canê xwe ji dest dabû.

Herwisa roja Sêşemî 29ê Xermananê, kolberek din yê bi navê “Behadîn Ehmedpûr” temen 33 salî û kurê “Xerîb” xelkê gundê “Hacî Ewil”ê ser bi bajarê “Seqiz”ê, bi teqeya hêza leşkerî li sînorê “Hengejal”ê, canê xwe ji dest dabû.

Wêne: “Muxtar Mîrweysî”