Li sînorê Çaldiranê 2 kolber ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin û birîndarkirin

18:19 - 18 Nîsan 2021

Şeva Pêncşemî 26`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd yê bi navê “Hesen Keçelanlû”, xelkê gundê “Balixçî” yê ser bi bajarê Çaldiranê ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê ve, hate kuştin û kolberekî din yê bi navê “Behram Semedî”, kurê Xalis û xelkê gundê “Îsagulîk” yê ser bi bajarê Çaldiranê, bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Artêşa Tirkiyê, li sînorê “Naywere” yê ser bi bajarê Çaldiranê, teqe ji wan 2 kolberan kirine û li encama teqeya hêzên Artêşa Tirkiyê, “Hesen Keçelanlû”, canê xwe ji dest da.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Behram Semedî, piştî birîndarbûna wî li wê bûyerê de, ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê ve hate binçavkirin û bi awayekî dijwar dane ber lêdan û îşkenceyê”.

“Behram Semedî” niha li yek ji navendên dermanî yên bajarê Çaldiranê, tedawiya pizîşkî bo wî tê kirin.