Li Serpêla Zehaw ciwanek ji aliyê hêzên Întizamî ve hate kuştin

20:04 - 5 Nîsan 2012
Kurdpa: ciwanek Kurd ê matorsiwar bi sedemek nediyar ji aliyê hêzên binkeyek leşkerî a hikumeta Îslamiya Îranê ve hate kuştin

Li gorî rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva çardê Xakelêweyê li derdora gundê Ciwanmêr a ser bi bajarê Serpêl Zehaw li parêzgeha Kirmaşanê de lawek matorsiwar ji aliyê hêza întizamiya binkeya Bizmêr abad, ser bi şaredêya Piştteng ve kete ber desrêjê û di encam de can da.

Her sal hijmarek zaf ji hemwelatiyên Kurd ên Kurdistanê ji aliyê hêzên întizamî ve dibne armanca gulleyan û canê xwe ji dest didin.