Li Serdeştê Seva Teqîna Mayînekê Kolberek Kurd bû Qurabnî

15:55 - 7 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberek Kurd li herêma Sînorî a Serdeştê seva dû kevtina hêzên Întizamî yên Dewleta Îranê çû ser mayînê û bi xurtî birîndar bû.

Li gor nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya kurdpa, şeva şarşem berwar 6’ê Adarê komek ji Kolberên Kurd kevtine boseya hêzên Întizamî yên Îranê û li encama dû kevtina wan de,Kolberek Kurd ê binavê “Kerîm Mihemed Pûr”kurdê “Ehemd” çû ser mayînê û li encamp de pêyeke xwe ji dest da.

Ev Kolberê Kurd xelkê gundê “Bêvirana Xwarê”a Serdeştê bû û jibo çareseriyê jibo nexweşxaneya bajarê Qeladizê a herêma Kurdistanê hat şandin.

Her wisa çend rojan beriya niha hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li herêma Makoyê Teqe ji hejmarek Kolberên Kurd kiribûn ku li encam de Kolberek binavê “Şahîn Mîrzayî Elem”ê temen 16 salî bi xurtî birîndar bibû.