Li ser sînûrê Tete kolberek bi sedema berbûn ji bilindahiyê birîndar bû

17:53 - 25 Gulan 2022

Roja Çarşemî 4`ê Cozerdanê, kolberê Kurd ê bi navê “Madêh Kerîmî”, xelkê gundê “Bilber” ê û rûniştiyê bajarê Merîwanê bi sedema berbûn ji bilindahiyên sînorê “Tete” a girêdayî herêma Hewramanê bi dijwarî birîndar bû.

Ew kolbera di dema kolberiyê li bilindahiyên “Tete”, berbûye û bo çareseriyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Bû Elî” ya bajarê Merîwanê hatiye veguhastin.

Pêka amarên hatinî tomarkirin, li Navenda Amara a Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurpa”yê, di meha Banemra Îsal de, bi gelemper 29 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.