Li ser sînûrê “Hengejalê” a bajarê Bane kolberekî Kurd rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî hat

18:18 - 20 Hezîran 2022

Şeva Şemî 18`ê Hezîranê kolberê Kurd yê bi navê “Kiyanûş Lutifî”, temen 25 salî û kurê Fîroz, xelkê bajarê Bane rastî teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên Îranê hat.

Hêzên leşkerî yên hikumeta Îranê bi bê agehdarkirina berê, li ser sînûnêr Hengejale  gole li ser kolberên Kurd de reşandin e.

“Kiyanûş Lutfî”, di dema çûn bo sînûr, ji aliyê hêzên leşkerî ve rastî teqeya rasterast hatiye.

Ew kolberê Kurd di encama teqeya rasterast ya hêzên leşkerî de, birîndar bûye û bona çareseriyên pizîşkî bo navendên dermenî li bajarê Bane hatiye veguhastin