Li ser sînorê bajarê Xoyê kolberekî din yê Kurd hate kuştin

20:13 - 27 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd bi sebeba gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê kutul (Qutûr) a girêdayî bajarê Selmasê canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 4`ê Xezelwerê (26`ê Çiriya Pêşîn), kolberê Kurd yê bi navê “Edîb Husêynî” xelkê gundê “Bilucuk” a girêdayî devera Kutul a ser bi bajarê Selmasê, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, jiyana xwe ji dest da.

Hêzên întizamî bi bê hişdarîdana pêştir ji wî kolberê Kurd re, gulle ew dane ber gulleyan, û termê wî kolberî jî, bo pizîşkê yasayî hatiye veguhastin, û ev kolberê Kurd xwediyê du zarokan e.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Sêşemî, 1`ê Xezelwerê, komek ji kolberên Kurd li ser sînorê devera Şipîran a ser bi bajarê Selmasê rastî boseya hêzên hikûmeta Îranê hatibûn, û di encam gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, kolberê Kurd yê bi navê “Feramerz Cilîbaqo” temen 26 salî, kurê “Hemîd” canê xwe ji da, û kolberekî din jî yê bi navê “Zakirî Cilîbaqo” temen 30 salî kurê “Usman” bi dijwarî birîndar bibû.

“Zakirî Cilîbaqo” bo çareseriyên pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Selmasê hatibû veguhastin, û rewşa giştî ya wî xirab hatiye ragehandin.