Li ser sînorê bajarê Şinoyê du kolberên Kurd bûne goriyê gollereşandina rasterast a hêzên Spaha Pasdaran

11:29 - 23 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî yên Spaha  Pasdaran, li bilindahiyên sînorê Kêleşîn a girêdaiy bajarê Şinoyê komek li kolberên Kurd ku bo dabînkirina dahata jiyana xwe çûbûn kirine armanc, û di encamê de kolberekî Kurd canê xwe jidest da û yek din jî bi dijwarî birîndar bûye. 

Li gorî agahiyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva Şemî 22`ê Îlona 2019`an, komek li kolberên Kurd  li bilindahiyên sînorê Kêleşîn a girêdaiy bajarê Şinoyê rastî gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê hatin.

Di encama  wê gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran, kolberekî Kurd yê bi navê “Rêbwar Omerzade”, temen 20 salî û kurê Êzet û xelkê gundê “Pûş Abad”, canê xwe jidest da, û herwisa kolberekî din jî yê bi navê “Resûl Goran”, xelkê gundê “Kanî Reş”ê bi dijwarî birîndar bûye.

Hêzên Spaha Pasdaran bi bê agehdarkirina pêştir a wê koma kolberên Kurd, ew kirine armnanca golleyên xwe, mixabin, termê kolberê Kurd yê can jidest dayî heya niha jî rasdestî malbata wî nehatiye kirin.