Li ser sînorê bajarê Selmasê şer û pewçûn qewmî

19:14 - 12 Gulan 2021

Roja Sêşemî 21`ê Banemer, şer û pevçûna leşkerî li navbera hêzên Spaha Pasdaran û girûpekî çekdar, li ser sînorê bajarê Selmasê qewmî.

Di wê pevçûnê de, du endamên Spaha Pasdaran ên bi navên “Tohîd Muradî” û “Mehdî Xelîlî”, hatine kuştin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê li bajarê Selmasê ragihand: “Ew pevçûne li derdora gundê “Keşkawêj” ê ser bi bajarê Selmasê de qewimiye û Spaha Pasdaran bi awayekî micid ew dever topbaran kiriye û xisareke zêde gihîjandiye jîngeha wê deverê”.

Biryargeha Hemze ya Spaha Pasdaran bi belavkirina daxuyaniyekê, ew pevçûne piştrast kiriye.

Biryargeha Hemze di wê daxuyaniyê de, îşare bi nasnameya wê girûpa çekdar nekiriye, lê ew pevçûne xiste stuyê yek ji Partiyên Kurdî.

Heta niha ti Partiyke Kurdan ên dijberê hikûmeta Îranê, berpirsayetiya wê pevçûnê negirtiye stuyê xwe.