Li ser sînorê bajarê Selmasê Kolberek hate birîdarkirin

12:11 - 4 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd ê bajarê “Selmas”ê, bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hate birîndarkirin.

Li gorî rapora gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di çend rojên derbasbûyî de, Kolberekî Kurd yê bi navê “Vehîd Îsapûr”, kurê “Riza”, li devera “Şipîran”a girêdayê bajarê “Selmas”ê, bi sedema gulereşandina hêzên Spaha Pasdaran hate birîndarkirin.

Ew Kolberê Kurd, bi bê agehdarkirina berê, bi hegera şik bi hebûna tiştên qaçax, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve teqe jê hate kirin.

Her di vê derheqê de, roja Sêşemî, 9`ê Rezberê, hejmarek ji kasibkarên Kurd di ser sînorên bajarê “Serdeşt”ê, bûne armanca gulereêandina reasterast a hêzên Spaha Pasdaran û di encama wê gule reşandinê de, kasibkarek bi navê “Qadir Mihemedzade”, xelkê gundê “Toyjele” a bajarê Serdeştê, hate birîndar kirin.