Li Seqizê Îdareya Perwerdê zext û givaşê li Qutabiyên Qutabxaneyekê dike

16:06 - 6 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: birêveberên xwendingehekê li herêma Seqizê bi birayara Îdareya perwerdê, govaşê li qutabiyên qutabxaneyeke şavane û rojî dikin.

Pêka rapora Ajansa nûçeyî a Kurdpa’ê li heyamê çend rojên bihorî de karbidestên qutabxaneyeke şevane û rojî li gundê “Qişlax a Pird” li herêma Serşiw a Seqizê zext û givaşek zûr bo qutabiyan anîye ku dibe 700 hezar timen pere bi xwendingehê bidin û ew yek jî bûye sedemê dilgiraniyê ji alîyê qutabiyan.

Çavkaniyekî haydar ji bûyerê bi nûçegihaniya Kurdpa’ê ragehand ku ewa di çaxekê deye ku li heftiyê de tenê 4 rojan xwarinê bi qutabiyan diden.
Berê jî li Zanîngeha Sinê seba kêmiya Îmakanatan û baş nebûna risq û giran bûna nirxê xwarinê û birîna risqê roja pêncşemîyan, zêdetir ji 700 xwendekarên zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê, li hemberî saxtimanê Kar û barên Xwêndekarên zankoya han civîya bûn û dest bi mangirtinê kiribûn, lê serbarê vê yekê, disan jî nirxê xwarinê çand qas zêde bûye.