Li Sedeştê Kasibkarek Din Ê Kurd Kete Ber Destrêjiya Hêzên Çekdar Ên rejîma Îranê

13:55 - 8 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Îranê li gundekî bajarê Serdeştê kasibkarekî Kurd kuştin.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê roja pêncşemîyê berwar 17ê Sermaweza 1391 a rojî, kasibkarekî Kurd ê bi nave “ Simko Rêyhanî ” kurê Mehmud, temen 20 salî û xelkê gundê “Bîran”a ser bi bajarê Serdeştê, li cihekê bi nave “Dole Gerim”a gundê Dermanawa li encama gule lêreşandin a hêzên Komara Îslamîya Îranê hat kuştin.

Termê Simko jibo nexweşxaneya bajarê Serdeştê hatiye şandin û heya bilav kirina vê nûçeyê radestî malbata wî nehatiye kirin.

Simko xêzandare û salak dibe kû jin anîye û zarokekî wî heye.
Çavkaniyekî haydar ji bûyerê bi nûçegihaniya Kurdpa’ê ragehand ku bavê Simko,du salan berî niha seba renîyê cane xwe ji dest daye.

Li gor amara Navenda Amara Kurdpayê, li hayamê 18 rojên bihorî de li herêma Kurdistana Îranê de, 6 kasibkarên Kurd seba Destrêjiya Hêzên Çekdar ên rejîma Îranê hatine kuştin.