Li sêdaredanik din a welatiyik ji Kurdên şarê Îlam

12:59 - 5 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: hukmê dardakirina welatiyik ji kurdên xelkê Îlam, paşî 4 salan ragirtin li girtîgehê , bi biryara dezgeha dadeweriya hukûmeta islamiya Îran hat bi rêbirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibê zûya roja Çarşem 13ê Xermanan welatiyik ji xelkê Kurdê şarê Îlam ku bi tometa kuştina welatiyik hukmê dardakirinê bo hatibû birîn, bi biryara dezgeha dadeweriya hukûmeta islamiya Îran li girtîgeha Îlam li sêdarê hate danê.

Tê gotin ku ew welatiyê Kurd sala 1388 li nêzî çiyayên dewera şarê Îlam li sedem pirsgirêkik de kesik kuştibû ku paşî ji aliyê dezgeha dadeweriyê hukmê li sêdare danê jêre hatibû birîn.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li midê 13 rojên borî de 19 hevwelatiyên din li welatê Îranê hatine dardakirin ku ji gelempera vê hejmarê 3 kes ji wan Kurd bûne û her wisa welatiyik din yê Kurd jî li vî mideyî de hukmê dardakirinê jêre hatiye birîn.

Ev jimara hejmartiye û bi pişt girêdan bi statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa tên parvekirin, bi balkêşandin ser rewşa dardakirina veşartiya hevwelatiyan li girtîgehên Îranê de, dibe hejmara serast ji vê jimarê jî zêdetir be.