Li şarê Şino, banê mala pîre jinik serde hiloşiya

21:07 - 8 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li şarê Şino banê malik li sedem kevnî û rizî bûna darên berban, ser serê pîre jinik 86 salî de hiloşiya.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, “Meram Pûrdeste” navê wê jinê ye ku bi salane bi tinê li kevne malik li yekik ji taxên şarê Şino de, jiyan? Dike.

Ev jin paşî hindê ku banê mala vê serde hate xar, gişt nawmala xwe aniyê derê û berpirsên komîta imdad serdana vê kirine û 700,000 tûmen bi QER bi Meram Pûrdeste dane.

Yekik ji malperên herêmî weşandiye, ev pîrejina her heyv, 40,000 tûmen diraf ji komîta imdad werdigre û niha 20,000 tûmenî bo dana QERê vê jê werdigrin.

Ev wergirtin diraf ji vê pîre jinê li rewşik deye ku çi dahatik çinine û çi kes ji serperestiya vê jinê nake.

Hukûmeta islamiya iran bi dom dawa ji piştgiriya kesên reben û dest kurt dike û heta li wan salên dumayîkê de gelaleya “ qanûn ê hêmayet ê xanêwadê” li meclisê de jî erênî kirin û li vê barê de xebatkarên civakî awiran wan ewe ku, ev gelaleya li qonaxa têorî deye û neketiye praktîkê.

Ji aliyik din , çend roj pêş niha, li nûçande jiyana malbatik ji Nexedê ku aware bibûn xistibûne rû.

Niha malbata 4 kesiya Nexedeyî li sedem dest kurtî û nebûna serpenahik bo jiyanê, bi neçarî li kelavê û malên hiloşiyayî yê dorûbera şar de jiyanê? Derbas dikin û senterên girêdayî çi çavik pê nekirine.
\"15874.jpg\"

\"15875.jpg\"