Li sala 1399 `an 188 haletên aqirpêketinê di daristanên Merîwan û Sewlava de qewimîne

17:14 - 27 Adar 2021

Li gorî amara Encûmena “Sewzî Çiya” ya Merîwanê ku belav kiriye, 188 haletên agirpêketinê li daristanên Merîwan û  Sewlavayê di sala 1399`an de rû daye.

Li gorî wê amarê, yekem haletê agirpêketinê roja 8`ê Cozerdana sala 1399`an a Rojî, li devera “Derî” ya ser bi  bajarê Merîwanê rû daye .

Sê halet ji aqirpêketinê di sala derbasbûyî de hatine diyarîkirin, ku pitir ji 150 hiktar li daristanên devera Merîwanê tûşê zirarê bûne, û li 30`ê Pûşpera sala 1399`an, 70 haletên aqirpêketinê di Merîwanê de rû daye.

Li gorî helsengandina Encûmena “Sewzî Çiya” ya Merîwanê, di 22 û 29`ê Gelawêja 1399`an, 245 hiktar zêdetir daristanên Kosalanê, di nav agir de hatine şewitandin.

Hemû şewatên ku di nav daristanên Merîwan û Sewlavayê de qewimîne, ji aliyê Encûmena “Sewzî Çiya” ya Merîwanê û xelkê hezkiriyê jîngehê ve hatine temirandin.

Çalakvanên Jîngehparêzî wê agirpêketine bi zanebûn didine xuyakirin, lê berpirsên pêwendîdar bi vê yekê bê xemsar in.

Her sal ji dawiya demsala Buharê heya destpêka Payîzê, agirpêketin ji daristanên Merîwan û Sewlavayê bi awayekî berfireh ji xwe digre, û çalakvanên jîngehparêzî dibêjin, berpirs bi cihê rêçareyekê, piraniya wan karesatan înkar dikin û hejmarek ji wan agirpêketinan bi awayê serast bas nakin û pilaneke wisa bo kontirolkirina wan nînin.