Li sala 1398`an heya niha 40 kedkar di parêzgeha Sineyê de canê xwe ji dest dane

19:09 - 27 Nîsan 2020

Berêveberê Giştî yê Pizîşkiya Yasayî ya parêzgeha Sineyê, “Bêhtaş Xanabadî”, ragihand: “Li sala 1398`an heya niha, di parêzgeha Sineyê de, 39 kedkar bi sedema bûyerên ser kar canê xwe ji dest dane.”

Herwisa Berêveberê Giştî yê Pizîşkiya Yasayî ya parêzgeha Sineyê, “Bêhtaş Xanabadî”, ragihand: “Ew rêjeye pêka sala 1397`an ku 18 kedkaran bi sedema bûyerên serkar canê xwe ji dest dabûn, %21 bilind bûye.

Pêka gotina wî berpirsê tendirûstiyê, di sala 1398`an de hemû ew kedkarên ku bûne qurbaniyê bûyerên ser kar, mêr bûne.

Berêveberê Giştî yê Pizîşkiya Yasayî ya parêzgeha Sineyê, îşare bi bûyera gazgirtinê kir û ragihand: “Di sala 1398`an de, 18 kes tûşî gazgirtinê bûne ku pêka sala 1398`an, %12.5 bilind bûye.