Li Rojhilatê binçavkirina welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve berdewam e

18:15 - 16 Nîsan 2022

Sibêdeha roja Çarşemî 24`ê Xakelêwe, welatiyek Kurd ê bi navê “Mihemed Fethullahî” kurê “Bayezîd” û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî demjimêr 3`ê sibêdeha roja Çarşemî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçav kirine.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Heta niha lipeykevtina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe, bê encam maye”.

“Mihemed Fethullahî” berê endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê bûye û heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne”.