Li Qezwînê Kurdek hat darvekirin

20:10 - 3 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hukmê îdam kirina kesekî Kurd ê bajarê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, li zindana Qezwîn a Îranê de, birêve çû û ew hat daliqandin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêncşemî, 30’ê çileya Pêşîn(desember)a 2014’an, Eladîn Ezîzî, 38 salî kurê Qadir û xelkê Terzilu ya Urmiyê, li zindana navendî a Qezwînê, hat daliqandin.

Hukmê darvekirinê, piştî pejirandin ji aliyê Konseya Bilin a welatê Îranê ve, birê ve çû.

Nûçegihaniya “Mêhr”tevî piştrastkirina vê nûçeyê, ragihand: Ew welatiyê kurd bi tometa bazerganî kirina madeyên hişber,ligel hevjîn û keça xwe ya 18 salî hatibûn girtin.

Wê nûçegihaniya ser bi hikûmetê, di dirêjeya behsa xwe de amaje bi vê yekê jî kir: Keça Eladîn Ezîzî ku ligel dê û bavê xwe hatibû binçan kirin, beraet bû û hevjîna Eladîn ji 15 sal ceza jêre hat birîn.

Dezgeha dadperweriya Îranê, hev jîna Eladîn Ezîzî, bi sedema regeza jin û xwedî zarokan, nemaze zarokek kêm endam, bi 15 sal ceza mehkûm kir.

Bi texmînî, di tevahiya zindanên Îranê de, rojane hemwelatiyên ku pêştir bi tometên bazeragnî kirin bi madeyên hişber yan cezayên wek qetil û destdirêjiya cinsî hatine mehkûm kirin, tên bi dar ve kirin.

Hindik çalakvanên mafên mirovan liser vê baweriyê ne, temamiya kesên ku rojane li girtîgehên Îranê de tên darvekirin, tenê tometbarên bi madeyên sirker û cezayên giran nînin, belkî kesên ku liser bîr û baweryan hatine tometbar kirn jî hene.