Li qedera welatiyeke Kurd, ti zaniyariyek ji ber dest nîne

17:15 - 19 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Li qedera welatiyeke Kurd ya xelkê bajarê Kamyaranê piştî desteserkirina wê heya niha, ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li qedera welatiyeke Kurd a xelkê bajarê Kamyaranê ya bi navê “Perîsa Seyfî” ya temen 30 sale, piştî desteserkirina wê heya niha, ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Ew welatiya Kurd, çend roj berê niha ji aliyê hêzên kinc şexsî yên îdara Îtila`at ya bajarê Sinê ve, li cihê karê wê her li wî bajarî de hatibû binçavkirin, û bo cihekî nediyar veguhastin e.

Ew welatiya Kurd di heyama desteserkirina wê de, ti peywendiyek digel malbata xwe tine bûye.

Heya dema bilavbûna wê nûçeyê, li sedema desteserkirina “Perîsa” ti zanyariyek ji ber dest nîne.