Li qedera ciwanekî bajarê Bokanê ti zanyariyek ji ber dest nîne

18:11 - 28 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê Bokanê ku “bi tohmeta beşdarîkirin di kombûna nerizayetiyan de hatibû desteserkirin” qedera wî ne xuyaye.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, piştî desteser kirin ciwanekî Kurd yê bi navê “Ferdîn Dawend” û temen 17 salî û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve, li qedera navbirî ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Ew ciwanê Kurd çend roj beriya niha bi tohmeta beşdarîkirin di kombûna nerizayetiya wî bajarî de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û bo cihek nexuya hatibû veguhastin.

Her di wê derheqê de, xwendekarekî Kurd yê bi navê “Es`ed Mihemediyan”, xelkê bajarê Seqizê, ku li bajarê Urmiyê hatibû desteserkirin, heya niha qedera navbirî ne xuyaye.

Heya dema bilavkirina wî nûçeyê, li cihê girtin û ev tohmeta ku xistibûne stuyê wî xwendekarê Kurd, ti zanyariyek ji ber dest nîne.