LI PARÎSÊ KONFERANSA ROJAVA DEST PÊ KIR

20:21 - 13 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: li bajarê parîs’ê a pêtexta welatê Fransayê, Konferansa Rojavayê Kurdistanê dest bi karêl xwe kir.

Îro 13’ê Çiriya Pêşîn, Parîsê Konferansa li ser Rojavayê Kurdistanê ya bi navê “Şêwra Neteweyî” ya ji aliyê KNK’ê ve tê organîzekirin, dest pê kir.

Li gor nûçeya ajansa Firatnewsê belavkiriye ku, nunerên Desteya Bilind a Kurd (DBK`ê) ya Rojavayê Kurdistanê jî beşdariya konfransê kirine û di axafitina vekirinê de banga “Me bi tenê nehêlin” kirin.

Her weha hevserokê KCD’ê Ehmed Turkdi axafitina xwe de bal kişand ser rewşa Kurdan û got: “Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan. Lê xeteriyên mezin li benda me ne. Divê em teqez yekitiya neteweyî esas bigirin.”

“Şêwra Neteweyî” ya li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK`ê) ve tê organîzekirin, destpê kir. Di konferansê de pirsgirêk û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê tên gotûbêjkirin.

Partiya Aşîtî û Demokrasî Yek ji Partiyên beşdar e ku ji Kurdistana Bakur e û Ahmet Turk jî ji Bakur di wê Konferansê de beşdar e.

Hin Partiyên din ji aliyên din ên Kurdistanê de jî beşdarî kirine.