Li parêzgeha Îlamê 48 dersxwan tûşî vîrûsa Koronayê bûne

17:21 - 21 Şibat 2021

Berpirsê zanîngeha zanistî ya pizîşkiya parêzgeha Îlamê ragihandiye, tenê di heyama mehekê de, 48 dersxwan li parêzgeha Îlamê de tûşî vîrûsa Koronayê bûne.

Sadiqîfer di vê derheqê de ragihandiye, amar basa vê yekê dikin ku li sê heftiyên yekem yên meha Rêbendanê, 24 dersxwan li dibistanên parêzgeha Îlamê tûşê vîrûsa Koronayê bûne û di heftiya çarê de jî 24 dersxwan tûşê wê nexweşiyê bûne.

Di vê derheqê de û berê jî, parêzgarê Îlamê, bas ji tûşbûna 7 dersxwanan li bajarê Bedere yê ser bi parêzgeha Îlamê kiribû.

Li gor civînên berpirsên hikûmetê li parêzgeha Îlamê, rêjeya tûşbûna dersxwanan bi vîrûsa Koronayê, li meha Rêbendanê, 6 hember bûye.