Li Merîwanê Welatiyek Kurd Destbiser Bû

13:03 - 19 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Hêzên leşkerî û ewlehî yên Îranê li Merîwanê roja 17.01.2012-an êrîş dikin ser gundê Nê ya vî bajarî û welatiyek bi navê Madih Nîk Pey kurê Mela Mihemd, bê sedemek ron destbiser dikin û bo cihek nediyar dibin.

Li gor nûçeya nûçevaniya Ajansa Kurdpa her di vê pêwediyê de çend dukan jî hatine polomp kirin.

Li heyamê du heftiyê derbazbûyî de xelkê gundê Nê seba nebûa xizmetkariyan li gund de, dest dane nerazîbûnê û her di vê pêwedniyê de endamên şêvrên gund dest ji kar kişandine.