Li Merîwanê çar welatiyên Kurd bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatin birîndarkirin

17:27 - 12 Gulan 2022

Îro Pêncşemî 22`ê Banemerê, çar welatiyên Kurd ên bi navên “Eyûb Pîrûzî” temen 28 salî û kurê Fetah, “Ebûbekir Fethî” temen 35 salî û kurê Mihemed, “Dana Pîrûzî” temen 25 salî û kurê Eta, “Eyûb Pîrûzî” temen 36 salî kurê Ebdullah û xelkê gundê “Serdoş” a girêdayî bajarê Merîwanê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmet Îranê li ser sînûrê “Dolebî”yê hatin birîndarbûn.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê agehdarkirina berê û ji mewdayekî nêzîk ve teqe ji wan çar welatiyan kirin e.

Wê çavkaniyê daye zanîn ku, hêzên leşkerî piştî teqekirina ji wan çar welatiyan, dast dannîne li ser pezên wan jî.

Herwisa wê çavkaniyê diyar kiriye ku, welatiyek din ê bi navê “Karo Sedîqî Yemenî” xelkê gundê “Serdoş” a girêdayê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Birîndarbûyên wê bûyerê bona tedawiyên pizîşkî bo yek ji navendên dermanî ên bajarê Merîwanê hatine veguhastin.