Li Kurdistanê Kedkarekê canê xwe ji dest da û du kedkarên din jî birîndar bûn

19:55 - 13 Tebax 2022

Kedkarekî kangeha “Aqdere” ya bajarê “Tikab”ê yê bi navê “Abid Rehmanî” bi sedema lêxistina kevçiya Loderê, û bi sedema birîndarbûna lingê wî canê xwe ji dest da.

Her di vê derheqê de Nûçegihaniya “Îlna”yê nivîsiye: Ew kedkar piştî birîndarbûnê bona tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê “Tewrêzê” hatiye veguhastin, lê di vê nexweşxaneyê de canê xwe ji dest daye.

Herwisa nûçegihaniya “Îlna”yê daye zanîn ku, du kedkarên “Sîmban”ê yên li bajarokên weke “Kengaver û Sehne”yê jî di dema kar kirinê de rastî beriq girtinê hatine.

Nasnameya wan herdu kedkarên birîndarbûyî “Hemîd Yawerî” xelkê bajarê “Kengawer” û “Mihemedreza Ce`iferî” xelkê bajarê “Sehne” yê girêdayî parêzgeha “Kirmaşan”ê hatiye ragihandin.

Ew du kedkar di kompaniya parvekirina berqê li bajarê “Kengawer û Sehne” de mijûlî kar bûn e.

Herwisa herdu kedkarên birîndar, niha li nexweşxanyê de hatine razandin.