Li Kurdistanê Jinek hat kuştin û Jinekê ji xwe kuşit

13:26 - 10 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Li bajarên Serdeşt û Sevlawa Keç û Jinek Kurd hatin kuştin.

jinek 30’salî a herêma “Sevlawa” bi navê “Zeferan Mihemedî” bi destê babê xwe hat kuştin.

Jina han xwediyê 5’zarokane û xelkê gundê “Hezar Xanî”a ser bi bajarê Sevlawaye ku ji aliyê bavê xwe ê bi navê Ebdul hatiye fetisandin.

Welatiyên herêmê sedema kuştina vê jina han jibo kêşe û pirsgirêkên malbatî vedigerînin.

Her wiha çend rojan beriya niha Keçeka Kurd a 18 salî li bajarê Serdeştê xwe kuşt.

Roja 6’ê Adarê Keçeka Kurd a binavê “Pervîn Resulzade” li taxê “Şive Birahîme”a bajarê Serdeştê Xwe kuşt.

Heta dema bilav bûna nûçeya han, sebebê xwe kuştina “Pervînê”nehatiye zanîn.