Li Kirmaşanê %90 dermanxaneyên giyayî bi awayê neyasayî kar dikin

19:15 - 18 Gulan 2021

Berpirsê zanîngeha zanistên pizîşkî yê parêzgeha Kirmaşanê gotiye: “Li Kirmaşanê %90 dermanxaneyên giyayî bi awayekî neyasayî kar dikin û bi tenê %10 wan çalakiyên yasayî hene.

“Kiyûmers Rehîmî” li wê derheqê gotiye: “hin dermanxaneyên giyayî li çarçoveya erkên xwe ên yasayî derketine û tevî firotina dermanên giyayî li çarçoveya firotina yasayî, hewla firotina dermanên din yên wekî dermanên hişber didin û canê xelkê dêxine metirsiyê”.

Herwisa Navbirî îşare bi tomarkirina sikala li ser wan dermanxaneyên giyayî kiriye û gotiye: “Heftiya derbasbûyî, çendîn haletên tomarkirina sikalayê bi sedema pirsgirêkên çav û hinav bo welatiyan tomar kirine û herwisa di salên derbasbûyî de, bi sedema desttêverdana xwediyên dermanxaneyên giyayî li karûbarên pizîşkî de, çend haletên birîna lingên welatiyan li pey xwe ve anîbûn”.