Li Kirmanşanê dijatî tê kirin tev danîna navên Kurdiyê zarokan

22:41 - 29 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyên Kurd li parêzgeha Kirmanşan ji aliyê dezgehên hukûmiyên vê parêzgehê rûberûyê astengê dibin.

Gorekî raporata ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, dezgeha tûmar kirina barê kesitiya parêzgeha Kirmanşan, nasnamên Kurdî bi zarokên sawa( yen nû ji dayîk bûyî) nadin û welatî bi tinê derfeta hindê hene ku li naw listê navên zarokan, yekê bo zaroka xwe şanî bidin.

Çi qas bi gotina welatiyan, dezgeha tûmar kirina barê kesitî li pitir şarên Kurdistana Îranê bi rewşik eşkere dijatiyê tev navên nû bo zarokên nû ji dayîk bûyî dikin, lê bi gotina welatiyan, dezgeha navbirî li parêzgeha Kirmanşan bi rewşik bi amanc û bi amanca lawaz kirina seha netewî wan karan dikin.

Bi gotina yekik ji welatiyên şarê Kirmanşan,dezgeha tûmar kirina barê kesitî li herêmên Şîe rûniştî, bi tinê dijatî tev bijartina navên “ Xelîfên Sunnî” dike bo danina nav ser zarokan û pitir caran jî welatî ji aliyê karbistên vê dezgehê tên mesxere kirinê.

Ji aliyik din de, mizgevta taxa Sunnî rûniştiya “ Hikmet Abad”a parêzgeha Kirmanşan ku hejmarik zêde ji welatiyên Kurdên Sunnî têde dijîn, midê çend sale rengeyiya hioşandin jê dikin û bi ew hinde bi dûçona welatiyan bi dezgeha Oqaf û Ferheng û Irşad ser wegirtina derfet bo nûjen kirina vê mizgevtê, derfeta vî karî pê nedane.

Ewa li demik deye ku Hesen Rohanî li dema propagandaya rifrandomê de, basa berfire kirinên Çandî û parastina mafên netewên kêm xulyaqet û Olî li welatê Îran dikir.

Lê he niha, welatî bo danina navên Kurdî ser zarokên xwe rûberêyê astengên dezgehên hukûmî dibin.

Bi gotina pitira karnasên siyasî, gelemper biryarên welatê Îranê ji aliyê dezgehên ewlehî û êminiyê tên dan û hevdem, ew duroşmên Hesen Rûhanî bi tinê bo rakêşandina xelk ser sendûqên dengdanê bûne.