Li Kerecê “Sipêhr E`izemî” welatiyê Kurd bi sedema kûrahiya birînan şehîd bû

11:47 - 7 Kanûna pêşîn 2022

Roja Sêşemî 15`ê Sermaweza 1401`an, “Sipêhr E`izemî”, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Sehne yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û rûniştiyê bajarê Kerecê ku li merasima çileya “Hedîs Necefî”a şehîda serhildana seranserî, ji aliyê hêzên serkutkar ve bi dijwarî birîndar bibû, bi sedema kûrahiya birînên xwe şehîd bû.

Duh “Sipêhr E`izemî”, li nexweşxaneya Medenî ya bajarê Kerecê ku bi teqeya rasterast ya hêzên serkutkar bi dijwarî birîndarî bibû, şehîd bû.

“Sipêhr E`izemî”, roja 12`ê Xezelwerê, di çileya “Hedîs Necefî” li gorsitana “Bîbî Sekîne” de bi sedema teqeya rasterast ya hêzên serkutkar yên rejîmê hatibû birîndarkirin û di beşa pêragihîştina taybet ya nexweşxaneya Medenî ya bajarê Kerecê de razandibûn.

“Sipêhr E`izemî”, 24 salî bû û xwediyê kurekê û pêyrewê ola Yarsan bû.