LI JENEVÊ KONFIRANSA ZIMANÊ DAYÎKÊ BO ÎRANÊ DÊ AVA BIBE

15:06 - 1 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Komeleya Mafên Mirovên Kurdistana Îran – Jenev, daxuyand ji bo Karnas û pisporên wê welatê dê Konferansekî seva Mafê Xwendin bi Zimanê Dayîkê li Îranê, avav bike.

Li gor haydariya wê Saziyê û pêka Nusxeyek ji Peyama wê ku ji Kurdpa re haiye, Saziya Mafên Mirovan ên Kurdistana Îran – Jenevê Birayar daye ku Konferansekî seva Zimanê Dayîkê ji bo Îranê bi alîkariya Saziya Navnetewiya Ajar û Perwerde, Berevankarên Mafên Mirovan ên Amerîkayê û Tevgera dijî Rasism û hevbendî ji bo Gelên Îranê, dê li hev bîne.

Ev Konferans biryar e li roja 22’ê Îlonê li hola 22’emîn a civînên Komîsyona Mafên Mirovan a Saziya Neteweyên hevgirtî li binkeya serekeya wê Saziyê li Jenevê ji bo hin pisporan bo mînak: Salih Ekîn, Pirofisorê Ziman lil Zanîngeha “Riwan”a Firansayê, Ûzcan Yilmaz ê Mamostayê Zanîngeha Jenevê, Nasir Bulîdeyî ê Zimanevan û Nonerê Kongireya Neteweyên Îrana Federal, dê pêk bê.