Li Îranê makîneya darvekirinê diveste/karbidest hîn dilkevirtir dibin

20:33 - 4 Kanûna Paşîn 2015
Ajnasa Kurdpa: Di berdewamiya her roj ya daliqandinan li welatê Îranê, dîsan Kurdek di zindana navendiya Urmiyê (naskirî bi girtîgeha Derya) hat îdam kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Hûsên Wetenzade kurê Salih, xelkê gundê “Av Germ”(Îsî sû) a ser bi Selmasa rojhilatê Kurdistanê, li hepsa Urmiiyê hat daliqandin.

Tê gotin navbirî bi tometa bazerganî kirin bi madeyên hişber, li çarşemiya hefteya borî, piştî pejirandina hukmê îdamê ji aliyê dozgeriay hikûmeta Îslamiya Îranê ve, li zindana Urmiyê hat bi dar ve kirin.

Pêwîste bê gotin, pêncşemiya hefteya borî jî, welatiyekî Kurd ê bajarê Urmiyê bi navê Eladîn Ezîzî, li girtîgeha Qezwîna Îranê hatibû darvekirin.

Herwiha di hefteya borî de 7 welatiyên Kurd û xeynî Kurd ên din jî ku xelkên bajarên Urmiye, Sine û Şîraza Îranê bûn, li girtîgeha Urimye ya rojhilatê Kurdistanê, hatin daliqandin.