Li heyamê pênc salan de 3242 bûyerên teqîna mînan li Kurdistanê de rû dane

15:40 - 24 Nîsan 2012
Kurdpa: li dirêjiya pênc salan de li kurdistanê de 3242 bûyerên teqînan li Kkurdistanê de rû dane ku bi sedema wan teqînan 800 kes bûne qurbanî û tenê li heyamê yek meha borî li herêmên curbicur ên Kurdistanê de bi sedema teqîna mînan pênc kes bûne qurbanî.

Serbarê vê ku 25 sal bi ser şerê navbera Îran û Îraqê de derbas dibe, lê hêşta jî dijminek veşartî bi navê mînê tehlukeyek micid e bo ser canê hemwelatiyan li Îranê û bi taybetî li rojawayê Kurdistanê de.

Li gorî zanyariyan şeş milyon hiktar ji xaka Îranê renge mîn têde hebin, ku sercem 16 milyon mîn li raserî Îranê de heye.