Li Heyamê Du rojan de,2 Welatiyên Kurd li Kirmaşanê bi derba guleyan hatin kuştin

14:01 - 31 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek din yê xelkê bajarokê Nodşe a ser bi parêzgeha Kirmaşanê bi zerba guleyan hat kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Yekşem berwar 25’ê Golana 2013’an welatiyek Kurd binavê “Şoriş Nûrî”temen 35 salî û xelkê bajarokê Nodşe a ser bi Kirmaşanê ji aliyê welatiyek dinê kevtiye ber destrêja guleyan û li encam de canê xwe ji dest daye.

welatiyê han xwediyê jin û zarokek 5 salî bû ku bi sebebek nediyar di nava bazara bajarokê Nodşe bi derba guleyan hate kuştin.

heta dema bilavbûna vê nûçeyê bikujê wî kesî nehatiye binçav kirin.

Her wisa roja Sêşemiyê mamosteyê yek ji Qutabxaneyên bajarê Kirmaşanê bi teqeya kesekê hate kuştin.