LI HEV’ANÎNA ŞÛREYÊ DENGÎ ANGU “ SOUND BARRIER” LI MERÎWANÊ

21:31 - 16 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: roja Duşembê 14’ê Tebaxê, Balafirek şerker li Merîwanê dest avête li hevkirina Şûreyê Dengî angu “Sound Barrier”.

Pêka raporea Kurdpa û li gor welatiyan li Merîwanê, Siwenda zûyê roja Duşembê Demhijmêr 9:30 bi awayekî ne asayî, li ser Esmanê Merîwanê Dîwara Dengî hatiye şikandin.

Akinciyan ji Nûçegihanê Kurdpa re gotiye Coreya Balafirê û Girêdayîbûna wê bi çi welatekê ne xuya ye.

Hin ji welatiyan li ser wê bawerê ne ku ew balafir ji bo nasandina şûnên Çekdariye Îranê hatine û ser bi Hukûmeta îranê nebûye.

Heyamekî beriya niha jî Nûçeyê firîna Balafirên çerker li ser esmanê Merîwanê de hate pejjiqîn.

Nûçeyê şopderê Balafirê dide kifşê ku ew Balafir li roja 14’ê Tebaxê li ser Esmanê Merîwanê de firîne lê piştî ku ev Nûçe ji aliyê xelkê herêm ve hate Tekezkirin, Ajansa Kurdpa jî biryara Belavkirina wê Nûçeyê da.