Li gritîgeha Êvînê Çar tiliyên girtiyekî qut kirin

23:47 - 4 Hezîran 2022

Girtiyekî siyasî yê berê û çalakvanê mafê mirovî “Areş Sadiqî” li ser rûpela civakî Twittera xwe ya kesî, bas ji qutkirina çar tiliyên girtiyekî li girtîgeha Êvîna bajarê Tehranê kiriye.

Herwisa wî girtiyê siyasî nivîsiye: “Roja 10`ê Cozerdanê li bêhdariya girtîgeha Êvîna Tehranê bi tawana dizîkirinê, çar tiliyên gritiyekî qut kirine.

“Areş Sadiqî” ti îşareyek bi nasnameya wî girtiyê nekiriye, lê nivîsiye: “Ew kesê ku cezayê qutkirina çar tiliyên wî li bêhdariya girtîgeha Êvînê hatiye cîbicîkirin, ji girtîgeha bajarê Kirmaşanê bo girtîgeha Êvîn (benda 7) hatibû veguhastin.

Ew girtiyê siyasî di berdewamiyê de nivîsandiye: “Ew ceza di bin çavedêriya tund a ewlehî li bêhdariya girtîgeha Êvînê de hatiye cîbicîkirin.

Herwisa sê girtiyên din ên bi navên “Hadî Rostemî, Mehdî Şerfiyan û Mehdî Şahîvend” bona cîbicîkirina cezayê qutkirina tiliyên destên wan li girtîgeha bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya bajarê Tehrana mezin hatin.

Rêkevtinameyên navnetewî bona pêşîgirtin ji êş, îşkence, mafê medenî û siyasî, cezayên nemirovî wekî qutkirina endamên cesteyî qedexe kiriye,lê Îranê heta niha ew rêkevtinnameya konvasiyona navnetewî ya pêşgîrî ji îşkenceyan wajo nekiriye.

Îbrahîm re`îsî serkomarê niha yê Îranê, berê di demekê de ku berpirsê dezgeha dad a Îranê bûye, qutkirina dest bi “şanaziyeke mezin a nîzamê” nav biriye.