Li girtîgeha Urmiyê êrîşên hovane bo ser girtiyên siyasî hatin kirin

20:40 - 12 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Bi tûjkirina karbidestên girtîgeha Urmiyê, du girtiyê siyasî bûne armanca êrîşa çend girtiyên tawanbar û di encam de birîndar ketin.

Ligorî rapora gehiştî Ajansa Kurdpayê, roja Duşemî berwarê 23’ê Nîsanê, li girtîgeha nawendî ya bajarê Urmiyê, du girtiyên siyasî ên Kurd bi navên “Mistefa Sewzî” û herweha “Elî Yêgane” bûne armanca “Çeqo” û “Keter” ya çend tawanbaran û birîndar ketin.

Bi sedema giraniya derbên Keter û Çeqoyan, ew du girtiyên siyasî bo Bêhdariyê tên veguhaztin û tê gotin ku, zigê Mistefa Sewzî diriyaye.

Piştî belavbûna vê nûçeyê di nava girtîgeha Urmiyê de, girtîgehên din daxwaz dikin ku wan ji benda 13’ê ku cihê binçavkirina tawanbarên kuştin, dizî û madeyên hişber e, veguhêzin bo benda 12’ê, lê karbidestên girtîgehê bê guhdan bi daxwaziya girtiyên siyasî, wan bo benda 13’ê vedigerînin.

Benda 12 ya girtîgeha Urmiyê benda taybet bi girtiyên siyasî û mesebî ye ku 32 girtî têde binçav in, û bi aliyê kêm ve 50 girtiyên din ên siyasî di girtîgeha Urmiyê de hene ku di bendên tawanbar û bendên din de hukmê xwe derbas dikin.

Mistefa sewze yê xelkê bajarê makû yê ye ku di Havîna sala 2014’an de bi tawana hevkariya tevî partiyekî dijberê rejîmê ji aliyê Sipaha Pasdaran ve hatiye binçavkirin û ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê ve bi cezaya 15 sal hebsê hatiye mehkûmkirin.

Elî Yêgane jî her di demsala Havîna sala 2014’an de hatiye binçavkirin û hêj qedera wî nediyare.

Rêkxistina mafê mirov a Kurdistanê di vê derheqê de ragehnd ku, di Zivistanasala derbazbûyî de(1394), çar girtiyên Kurd bi navênBehmen Delayî Mîlan, Re’ûf Mihemed Elî, Mistefa sewze û Rehman Reşîdzade ku di bendên din ên girtîgeha Urmiyê de hatine r4agirtin, bi nîşaneya nerazîbûnê ji cudanekirina wan ji girtiyên tawanbar, dest awêtin gireva birçîbûnê û tenê, Behmen Dalayy Mîlan bo benda 12’ê hate veguhaztin.