Li girtîgeha Qezivînê girtiyek hat îdamkirin
11:47 - 18 Kanûna pêşîn 2022
Roja Pêncşemî 24`ê Sermaweza 1401`ana Rojî,(15`ê Kanûna Pêşîna 2022`an), girtiyê bi navê “Yûsif Mîrzabêygî”, kurê Elî û xelkê bajarê Qesra Şîrîn li girtîgeha Qezivînê hat îdamkirin.
Pêka gotina çakaniya agehdar, “Yûsif Mîrzabêygî” berê bi tohmeta qetla hevjîna xwe hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha cezayê bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyî, ji aliyê medyayên Îranê û çavkaniyên fermî ve nehatiye ragihandin.