Li girtîgeha Ormiyê de 3 welatiyên Kurd bi sêdarê dan

20:27 - 19 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hukmê sêdaredana 3 welatiyên Kurd ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê bi rê ço.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li midê vê heftiyê de 3 welatiyên Kurd ji aliyê berpirsên girtîgeha sêntrala Ormî, bi tometa “ kuştina enqest” bi sêdarê dan.

Raportêrê ajansa Kurdpa li Ormî, kesitiya wan 3 kesan , Çengîz Salih Zadê kurê Kemal, Îraej Nesîrî û Qadir Nîk Endîş , ragihand.

Çengîz Salih Zadê, 30 salî ji xelkê gundê “ Dizê”a Mirgewer tev Îrec Nesîrî ji xelkê şarê Çalduran, li sibêzûya roja borî li girtîgeha sêntrala Ormî bi sêdarê dan û Qadir Nik Endîş ji xelkê şarê Şahîn Dêj li roja 25ê heyva Azer bi sêdarê dan.

Gorekî statîstîkên sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li midê vê heyvê de hukmê sêdaredana 24 welatiyên Kurd li girtîgehên Îranê de hatiye cîbicî kirin.