Li girtîgeha Ormî, welatiyik Kurd bi sêdarê dan

13:34 - 6 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: hukmê bi sêdaredana welatiyik Kurd li girtîgeha sêntrala Ormî, ji aliyê berpirsên vê girtîgehê de hate cîbicî kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, welatiyik Kurd, bi navê Eladîn Dîcwer, sibêzûya roja Pêncşem, 13ê Xermanan, 4 September 2014, ku li girtîgeha sêntarala Ormiyê de hewsî bû, bi sêdarê dan.

Serekaniyik li naw girtîgeha Ormî de, xêncî pişrast kirina nûça bi sêdaredana vî welatiyê Kurd ragihand; ev welatiyê Kurd, bi bazirganî kirin û tranzîta narkozan bi welatê Tirka, hatibû tawanbar kirin.

Tê gotin; roja pêştir, ev girtiyê Kurd, tev 2 girtiyên din yên bi navên Resûl Qedem yarî(hevwelatiyê Tirk) û Adil Kûhî(welatiyê Kurd), bi qerentîna nawa girtîgehê hatibû raguhastin , lê 2 girtiyên din bi bendên xwe hastibûn zivirandin.

Gorkî raporta ku bi ajansa Kurdpa hatiye şandin, niha nêzî 1000 girtî li girtîgeha sentarala Ormî(girtîgeha Derya), çavrêcîbicî kirina sizaya bi sêdaredanê dikin ku, pitira wan kesan, bi tometa bazirganî kirina narkozan, hukmê bi sêdaredanê wan re birîne.