Li girtîgeha Navendî ya Urmiyê Hêmn Mamqadirî hewcehî bi tedawiyên pizîşkî he ye

20:19 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2022

“Hêmn Mamqadirî” xelkê bajarê “Bokan”ê li girtîgeha Navendî ya bajarê “Urmiyê” di dema binçavkirinê de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû birîndarkirin û niha hewcehî bi tedawiyên pizîşkî he ye.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçegihaniya“Kurdpa”yê re raghandiye: Hêmn Mamqadirî di dema binçavkirinê de lingê wî birîndar bibû, di heyama rojên derbasbûyî de bo tedawiyên pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin û berpirsên girtîgehê dixwastin di demek kurt de tedawiyên wî yên pizîşkî bidawî bînin û hîn tedawiyên wî yên pizîşkî dbiawî nehatibûn, bo girtîgehê zivirandine, lewma di vê derheqê de pizîşkê navbirî hişdarî daye berpirsên girtîgehê ku “Hêmn” hewcehî bi tedawiyên din heye û divê neştergerî bo bê encamdan.

Çavkaniya agehdar daye zanîn ku, ew welatî li derveyî mala wî hatibû binçavkirin, û di dema revîn ji dest hêzên ewlehiyê, teqe jê hatiye kirin û di wê bûyerê de lingê wî birîndar bûye.

“Hêmn Mamqadirî” niha li girtîgeha Navendî ya bajarê “Urmiyê” de ye.

Roja Şemî 4ê Pûşperê “Hêmn Mamqadirî” girtiyê siyasî yê xelkê bajarê “Bokan”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçavkiribûn.

Ew welatiyê Kurd bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Heta dema belavbûa vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.