Li girtîgeha Navendî ya bajarê Îlamê sê girtî hatin bidarvekirin

18:10 - 20 Kanûna Paşîn 2022

Sibêdeha roja Pêncşemî 30`ê Befranbarê, di girtîgeha Navendî ya bajarê Îlamê de, sê girtiyên bi navên “Hamid Menûçêhrî”, “Mihemmed Kerîmnijad” û “Subhan Şuhanî” hatin bidarvekirin.

Pêka gotina çavkaniya agehdar di vê derheqê de,  ew sê girtî bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibûne binçavkirin û piştre jî, ji aliyê dezgeha dadweriyê ya hikûmeta Îranê ve, cezaya îdamkirinê ji ser wan re hatibû birîn.

Herwisa wê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Di nav wan sê girtiyan de, “Hamid Menûçêhrî” xelkê bajarê Mêhranê ye.

Heta vê demê,, îdamkirina wan sê girtiyan, ji aliyê ti medyayên navxweyî yên Îranê û herwisa çavkaniyên fermî nehatiye ragihandin.